• Monday, 09 February 2026
logo

Mîrê Êzidiyan: Herêma Kurdistanê cîhê pêkvejiyan û bawermendên hemû ola ne

Gulan Media April 23, 2025 Nûçe
Mîrê Êzidiyan: Herêma Kurdistanê cîhê pêkvejiyan û bawermendên hemû ola ne

Îro 23.04.2025ê di merasîma ‘’Roja Dua ya Netewî’’ de Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg gotarek pêşkeş kir û got, aşkeraye ku ezmûna demokratîk a Kurdistanê bandorekî baş li ser hemwelatiyên Herêma Kurdistanê kiriye ku ew jî berhema şoreşa gelekî bûye.

Herwaha got; Ev ezmûna demokrasiyê rêvekir bûye li hember hemû pêkhateyan ku beşdarî di hikûmet, parlamento û danûstanên mafên destûrî de bikin û berhemê wê ezmûnê karî wisa li Êzidiyan bike ku bigehin desthilata cîhbicîhkirin û yasadananê.

Mîrê Êzidiyan got: ‘’Êzidiyan jî karî ezmûna jiyana xwe bikin awayekî baştir ku ew jî di bin siya rêveberiya hekîmane û hostayî ya Cenabê Serok Mesûd Barzanî ye û karên wî rêvekir bûye ji bo pêşxistina biratî û pêkvejiyan û avakirina derfeta giştî ku cîhê hemû aliyan têde vebe û Herêma Kurdistanê cîhê hemû ol û baweriyane.’’

 

Basnews

Top