• Monday, 09 February 2026
logo

Gencîneya Amerîkayê cezayekî nû li ser Îranê sepand

Gulan Media April 23, 2025 Nûçe
Gencîneya Amerîkayê cezayekî nû li ser Îranê sepand

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê radigehîne, “Me siza li ser bazirganekî Îranî yê mezin sepandiye, ku ji hinardekirina gaza şil û petrola xav a Îranê ji bo bazarên cîhanê berpirs e.”

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê îro22.04.2025 di ragehandinekê de amaje da ku, bazirganê gaza şil ê Îranî yê mezin Seyîd Esedila Îmam û tora kompaniyên wî xistiye nav lîsta sizayên xwe.

Gencîneya Amerîkayê herwesa got, “Seyîd Esedila Îmam ji hinardekirina gaza şil û petrola xav a Îranê ji bo bazarên cîhanê berpirs e, ku dibe bihayê bi sedan milyon dolaran.”

Wê wezaretê eşkere jî kir, “Wî bazirganê mezin ê Îranî heta bizav ji bo wê yekê jî kiriye ku gaza şil hinardeyî bazarên Amerîkayê jî bike, ji bo ku xwe ji sizayên wî welatî vedize.”

Wezareta navbirî tekez jî kir, “Îran tevî petrola xav dahata gaza şil jî ji bo pêşxistina çekan û bernameya xwe ya atomî bi kar bîne.”

 

 

Rudaw

Top