Merîwan Qerenî: Iraq zulmeke din li Hêzên Pêşmerge dike û ti berhemên pîşesaziya leşkerî nade wan
Parlamenterekî Kurd li Parlamentoya Iraqê dibêje, Iraq bi nedayîna ti berhemên pîşesaziya leşkerî ya Iraqê ji hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê re, zilmê li wan dike.
Endamê Lijneya Ewlehî û Berevanî ya Parlamentoya Iraqê Merîwan Qeranî got: "Di 19ê Nîsana 2025an de, bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî, 13emîn Pêşangeha Ewlehî, Parastin, Pîşesaziya Şer û Ewlekariya Sîber vebû û hejmarek berçav a çek, top û dronan hatin pêşandan ku ji aliyê Desteya Pîşesaziya Şer a Iraqê ve hatine berhemanîn.
Herwaha got: Li gorî benda duyem a madeya 2yemîn a Qanûna Lijneya Pîşesaziya Şer a hejmar 25 a 2019an, divê berhemên pîşesaziya şer a Iraqê ji bo xurtkirina hemû hêzên yasayî yên Iraqê werin bikaranîn û di nivîsê de navê Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê jî hatiye behskirin. Di vî warî de, salane gelek pereyên Iraqî li ser navê komîteyê û berhemên wê têne xerckirin.
Qerenî diyar kir: "Li gorî lêkolîna me, hemû hêzên Iraqî, tevî artêş, polîs û komên Heşdî Şeibî, van berheman bikar tînin û carinan li derveyî siyaseta giştî ya dewletê tevdigerin û heta dibin sedema pirsgirêkên herêmî!"
Wî tekez kir ku tiştê xemgîn ew e ku ti berhemên pîşesaziya leşkerî ya Iraqê ji hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê re nayên pêşkêş kirin û wekî ku hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê ne hêzên Iraqê bin, tên muamele kirin.
Merîwan Qerenî diyar kir: Li gorî benda yekem a madeya 9an a heman zagonê, divê Lijneya Pîşesaziya Leşkerî ya Iraqê lijneyek bi navê Komîteya Hemahengiya Pîşesaziya Leşkerî ava bike, ku yek ji endamên wê, nûnerê Wezareta Pêşmerge be. Lê pir ecêbe heta naha ew lijne nehatiye avakirin an jî ti nûnerê Wezareta Pêşmerge nehatiye tayînkirin.
Qerenî got: "Ev cudakarîyek mezin û neheqîyek din e li hember hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û belgeye ku Iraq naxwaze şiyanên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di warê çek û cebilxaneyê de baştir bike, her çend hêzên Pêşmerge pir bihêztir û pêşketîtir bin jî."
Merîwan Qerenî daxwaz kir: Hikûmeta federal, li gorî qanûnê, çawa ku artêş û hêzên ewlehiyê yên Iraqê di berhemên Lijneya Pîşesaziya Şer de beşdar dibin, bi heman awayî divê di vî warî de para xwe ya mafdar ji hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê re were dayîn.
Basnews
