• Monday, 09 February 2026
logo

Roja Bexşînê ya Kurdên Kakaî li Helebceyê hat pîrozkirin

Gulan Media April 20, 2025 Nûçe
Roja Bexşînê ya Kurdên Kakaî li Helebceyê hat pîrozkirin

Bi dehan endamên baweriya Kakeyî li bajarê Helebceyê ji bo pîrozkirina “Roja Bexşînê” li hev civiyan ku yek ji girîngtirîn boneyên olî û civakî yên peyrewên vê olê ye ku bi navê “Yarsan” an jî “Ehlî Heq” tê naskirin.

Her sal di meha Nîsanê de “Roja Bexşînê” tê pîrozkirin. Tê de giyanê hevgirtin û peywendiyê tê nîşandan û stranên olî li ber awazên tenbûrê, ku sembola manewî ya bingehîn a baweriya Kakaî ye, tên vegotin.

Ev roj, salane di werzê Buharê de tê pîrozkirin û tê de kesên hejar mast û berhemên din ên sipî didin hejarên din, wek diyariyekê bi dilekî sipî.

 

K24

Top