• Monday, 09 February 2026
logo

Erebên Sune dijî parêzgehbûna Telaferê bertek nîşandan û wek xiyanet pênase dikin

Gulan Media April 20, 2025 Nûçe
Erebên Sune dijî parêzgehbûna Telaferê bertek nîşandan û wek xiyanet pênase dikin

Piştî ku sên endamên Parlamentoya Iraqê yên Tirkmen daxwaz kirin ku Telafer bibe parêzgeh, li hember wê Erebên Sune yên Mûsilê bertek nîşandan û li dijî wê daxwazê derketin.

Çapemeniya Iraqê ragehand ku li Mûsilê encûmena civakî hatiye pêkanîn û ew encûmene bi temamî dijî wê yekê ye ku Telafer bibe parêzgeh û wê yekê wek xiyanet pênase dikin.

Wê encûmenê di civîneke çapemeniyê de nerazîbûna xwe dijî wê daxwazê nîşan da û ragehand: ‘’Ew yek dê bandorên wê yên xirab hebin û dê nakokî û milmilaneyan zêde bike. herwaha parêzgeha Mûsilê rastî gelek astengiyên mezin hatiye.’’

Encûmena erebên Sune dibêje: ‘’Bi hemû awayekî dabeşkirina parêzgeha Nînowa em red dikin, ew pêngav xiyanete û plangerî li ser parêzgehê heye û ji bo têkdana şîrazeya civakî ya xelkê parêzgeha Nînowayê tê kirin.’’

 

K24

Top