• Monday, 09 February 2026
logo

Bafil Talebanî: Hejmara Min projeyeke serkeftiye û jiyana gelê Kurdistanê bi bankî dike

Gulan Media April 20, 2025 Nûçe
Bafil Talebanî: Hejmara Min projeyeke serkeftiye û jiyana gelê Kurdistanê bi bankî dike

Serokê Yekiyiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), ragehand: Projeya “Hejmara Min” pir girînge û proseya “Tewtîn” (Hesabeke bankiye)jî newisaye ku xelk tê gehiştiye.

Bafil Talebanî, di hevpeyvîneke taybet de li gel kanala Kurdsat Newsê dibêje, “Xelk ji Tewtînê şaş tê gehîştiye, wisa dizanin ku li Bexdayê ve rasterast pare diçe bêrîka wan, lê ji kerema xwe re ev wisa nîne û zêdetir jê fêm bikin.”

Herwaha dibêje: “Em li gel tîma Hejmara Min runiştin û me ev proje pir eciband, hindek nêrînên me hebû û li gor me dê baş be ku di wê projeyê de bê cîbecî kirin.”

Talibanî dibêje, “Ev proje ew qas pêşkeftî ye ku Amerîkî û aliyên din piştgirîya wê dikin, ji ber ku ev proje bankkirina jiyana xelkê ye, proseyeke xizmetkirina xelkê ye, vêja nav çi dibe bila bibe.”

Bafil Talevanî di derbarê gotûbêjên YNK û PDKê de dibêje, “Pêşketinên baş çêbûne û me li ser prensîb û stratejiyan li hev kirine.”

Hejmara Min(Hesabeke Bankiye) projeyeke girîng a kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, giringiyê dide bi bankîkirina mûçeyên mûçexwaran û pêngaveke ber bi kêmkirina bikaranîna pareyê pêşîn di muameleyan de ku yek ji bingehên girîng ên binesaziya aboriye.

 

 

Basnews

Top