• Monday, 09 February 2026
logo

ENKS, bi fermî daxwaz ji Mezlûm Ebdî dike gruba Ciwanên Şoreşger li Rojava nehêle

Gulan Media April 20, 2025 Nûçe
ENKS, bi fermî daxwaz ji Mezlûm Ebdî dike gruba Ciwanên Şoreşger li Rojava nehêle

Ji ber ku gruba Ciwanên Şoreşger a ser bi PKKê vê dawiyê çalakiyên xwe yên taybet derbarê revandina zarokan zêde kiriye, Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi fermî daxwaz ji fermandarê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD)ê dike wê grubê li Rojavayê Kurdistanê nehêle.

Li gor dûvçûnên BasNewsê di wan çend heftiyên borî de bi taybet jî ji dema nûçeyên proseya aştiyê li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet jî xwe hilweşandin û çek danîna PKKê dest pê kiriye, grubên Ciwanên Şoreşger ji ber sedemên nediyar çalakiyên xwe yên ji bo revandina zarokan li Rojavayê Kurdistanê zêde kirine û di vê çarçoveyê de bi dehan malbat li rojavayê Kurdistanê vîdeo belav dikin û tîka û hewar dikin û daxwaza vegerandina zarokên xwe dikin.

Vê derbarê de berdevkê fermî yê ENKSê Feysel Yûsif ji BasNewsê re ragehand, beşa herî zêde ya wan kesên bi navê gruba Ciwanên Şoreşger kar dikin, xelkê Rojavayê Kurdistanê nînin, erkê wan jî cuda ye û beşek ji wan binkeyên partiyên ser bi ENKSê dişewitînin û endamên wan direvînin, beşek ji wan jî zarokan dixapînin û wan direvînin.

Herwaha got: ‘’Me bi fermî daxwaz ji Mezlûm Ebdî kiriye ku ew grubên ser bi PKKê li Rojavayê Kurdistanê nemînin.’’

Herwaha diyar kir, Mezlûm Ebdî jî li wan gruban bêzare û dixwaze çalakiyên wan gruban bên rawestandin û nemînin.

Hêjayî gotinê ye PKK wek beşek ji çavkaniya peydakirina zarokan û ciwanên nû pêgeheştî ji bo bigehîne nav rêzên xwe yên hêzên çekdarî bi salane gruba Ciwanên Şoreşger çalak kiriye û ji bo wê jî bi hezaran ciwanên Rojavayê Kurdistanê di nav rêzên PKKê de şer kirine û beşek piraniya wan jî di şerên PKKê de hatine kuştin.

 

Basnews

Top