Qeys Xez Elî: Ehmed Şera were Bexdayê, divê bê girtin
Qeys Xez Elî sekreterê giştî yê milîsên Ehlî Heq li ser tora civakî ya (X) ragehand: “Hebûna peywendiyên di navbera Iraq û Sûriyê de pêwîst e û xizmeta berjewendiyên hevbeş dike, lê hatina serokomarê niha yê Sûriyê bo Iraqê pir zû ye ji ber ku eger yasa were cîbicîkirin dê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve were girtin.
Herwiha got: “Li gorî vê yekê û li gor prensîba cudakirina desthilatan, divê biryarên dadweriya Iraqê pabendkar bin û rêzgirtin lê bigrin. Ev wek amajeyekî ye ku divê navborî bê girtin.”
Çend roj berê, Mihemed Şîa Sûdanî serdana Qeterê kir û bi serokomarê Sûriyê yê veguhêz Ehmed Şera re hevdîtin kiribû.
Herwaha Sûdanî got: "Me vexwandina xwe pêşkêşî Serokomarê Sûriyê Ehmed Şera kir ku di rojên pêş de beşdarî Lûtkeya Ereban a li Bexdayê bibe ku biryare di çend rojên pêş de birêve biçe."
Basnews
