Kerkûk – Karmendekê nexwaşxaneyê ji ber taya xwînberbûnê canê xwe ji dest da
Îro 19.04.2025ê serê sibehê karmendê nexwaşxaneyekî hikûmetê ya li bajarê Kerkûkê ji ber taya xwînberbûnê jiyana xwe ji dest da.
Li gor zanyariyan ew karmende çend rojên borî de bi şewba taya xwînberbûnê ketiye û di encamê de îro ji ber wê nexwaşiyê jiyana xwe ji dest da.
Berî naha BasNewsê belav kiribû ku roja pêncşema borî hemwelatiyekî xelkê qeza Daqûq a ser bi parêzgeha Kerkûkê bi heman nexwaşiyê jiyana xwe ji dest daye.
Basnews
