Gera duyem a danûstandinên Amerîka û Îranê li Romayê tê kirin
Biryar e îro li Romayê gera duyemîn a danûstandinan di navbera şandeyeke payebilind a Amerîkayê û Îranê de li ser bernameya atomî û gihîştina bi rêkeftineke nû di navbera wan de, were kirin.
Rojnameya “Wall Street Journal” li ser zarê çavkaniyên dîplomatîk ên Ewropayê ragihand, Rêveberê Giştî yê Ajansa Navdewletî ya Wizeya Atomî (IAEA) Rafael Grossi dê roja Şemiyê beşdarî hevdîtinên li Romayê bibe. Lêbelê, guman tê kirin ku agahdariyên nû û temam li ser bernameya atomî ya Îranê li ber destê wan be.
Herwiha berpirsên Amerîkayê gotin: “Ne diyar e ka Îran dê agahiyên berfireh û nenas ên li ser bernameya xwe ya atomî ku Ajansa Enerjiya Atomî ya Dewletî dixwaze, peyda bike yan na? Ji ber ku bêyî agahiyên berfireh, danûstandin û nêzîkbûn ne pêkan e.”
Li gorî rojnameya “Wall Street Journal”, tê payîn ku di hevdîtinên îro de hewl bê dayîn ku çarçoveyek nû ji bo rêkeftinekê li ser bernameya atomî ya Îranê were bidestxistin, lê bi mercê ku Îran agahdarî û zanyariyên temam bide.
Piştî serdana xwe ya bo Moskoyê, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî û nûnerê taybet ê Donald Trump bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff gihîştin Romayê.
Ev yek hefteyekê piştî gera yekem a danûstandinên nerasterast di navbera her du aliyan de li Omanê tê, ku her du alî jî li ser encamên gera yekem a danûstandinan geşbîn bûn.
K24
