• Monday, 09 February 2026
logo

Ehmed Şera li Şamê bi endamekî Kongresaa Amerîkayê re civiya

Gulan Media April 19, 2025 Nûçe
Ehmed Şera li Şamê bi endamekî Kongresaa Amerîkayê re civiya

Serokê Komarê Sûriyeyê Ehmed Şera li Koşka Gel a Şamê bi endamê Kongresaa Amerîkayê Cory Lee Mills re civiya.

Serokatiya Sûriyeyê belav kir, Serokê Komarê Sûriyeyê Ehmed Şera û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es’ed Şeybanî îro 19ê Nîsanê li Koşka Gel a Şamê bi endamê Kongresaa Amerîkayê Cory Lee Mills re civiya.

Ev yek piştî wê tê, şandeke Kongressa Amerîkayê duh 18ê Nîsanê giheşt Şamê, bi armanca civîna bi serkirdatiya Sûriyeyê û civaka sivîl re pêk bîne.

Endamê Kongressa Amerîkayê Cory Mills ji kenala “Al-Jazeera” got, rakirina sizayên li ser Sûriyeyê, pêwîstiya wê bi gelek gavan heye û ew çaverê dike ku gotûbêjên bi Şera jî, mijara sizayan jî bigre nav xwe.

Derbarê egera hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera re, di serdana Trump bo Rojhilata Navîn de, Mills got, Trump tekezî li ser aramkirina Rojhilata Navîn dike û ev yek jî nîşan dide ku hevdîtineke wiha pêkan e.

Ev duyemîn serdana şandeke Amerîkayê ye bo Sûriyeyê ye ji dema rûxandina rêjîma Beşar Esed di 8ê Berçileya 2024an de.

 

K24

Top