• Monday, 09 February 2026
logo

Yaneya Qadisiye ya Kuweytê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dike

Gulan Media April 17, 2025 Nûçe
Yaneya Qadisiye ya Kuweytê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dike

Yaneya Qadsiya ya Kuweytê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dike û dibêje, li Dihokê baştirîn serederî û pêşwazî li şandeya yaneya me hat kirin.

Cîgirê Serokê Komîta Rêvebir a Qadsiya Şêx Fehid Telal El-Fehid El-Sebah spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, kurê wî Arîn Barzanî û Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Tatar kir, li hember pêşwaziya germ, mêvandostî, hêsankarî û rakirina her astengiyek li pêşiya şandeya tîma Qadisiye, di dema hebûna wan a çend rojên borî de li Dihokê, ku ji bo beşdarbûna di yariya vegerê ya Şampiyonên Kendavê de hatibû .

Şêx Fehid got: “Pêşwaziya baş û comerd a ku ji şandeya tîma me re hatiye kirin, ne tenê fermî bû, lê di heman demê de cemawerî bû jî. Xelkê Dihokê, ciwan û pîr, sembola dilovaniyê û mînaka mêvandarî û serederiya exlaqî ya bilind bûn.”

Şêx Fehid Telal got jî, ev serederî û mêvandarî îspat dike ku werzîş rêya herî baş e ji bo nêzîkkirina miletan û xurtkirina têkiliyên wan ên biratiyê.

Roja Sêşemê, 15ê Nîsana 2025an, Yaneya Dihokê di fînala Kûpaya Kendavê de, pêşwazî li tîma Qadisiye ya Kuweytê kir û bi encama (2 – 1) biser ket û nasnavê vê qehremaniyê bidest xist.

 

K24

Top