• Monday, 09 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Em bi rêz û rûmet şehîdên kîmyabarana Balîsan û Şêx Wesan û Dola Xoşnawetê bibîrtînin

Gulan Media April 16, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Em bi rêz û rûmet şehîdên kîmyabarana Balîsan û Şêx Wesan û Dola Xoşnawetê bibîrtînin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek bi boneya 38emîn salvegera kîmyabarana Balîsan û Şêx Wesan û Dola Xoşnawetî de belav kir.

Îro 16.04.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek di tora xwe ya civakî ya X de belav kir û ragehand: ‘’Îro 38 sal li ser kîmyabarana Balîsan û Şêx Wesan û Dola Xoşnawetî re derbas dibe û bi rêz û rûmet em şehîdên wê komkujiyê bibîrtînin û em ti caran êşên wan jibîr nakin.’’

Serokê Hikûmetê ragehand: Xebat û qurbanîdana xelkê vê devera niştimanperwer û tekoşeran cîhê rêz û pêzanînên mezin e.’’

 

Basnews

Top