• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê Hikûmetê û parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê gotûbêjê derbarê pêşketinên projeya ‘’Hejmara Min’’ de dikin

Gulan Media April 16, 2025 Nûçe
Serokê Hikûmetê û parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê gotûbêjê derbarê pêşketinên projeya ‘’Hejmara Min’’ de dikin

 Îro 16.04.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Elî Muhsîn El Elaq kir.

Di hevdîtinê de gotûbêj derbarê pêşketinên proseya dîjîtalkirina xizmetên darayî û projeya ‘’Hejmara Min’’ de hatin kirin. Herdu alî hemramanbûn li ser pêwîstiya kêmkirina bikaranîna parê neqd li bazarê. Vî alî de Serokê Hikûmetê amaje bi wê yekê kir ku hikûmet dê berdewam be li ser berdewamkirina proseya paredayîna bi awayê dîjîtalî.

Serokê Hikûmetê spasiya parêzgarê Banka Navendî kir ji ber piştevanî kirina çaksaziyên darayî yên Hikûmeta Herêmê. Herwaha pesnê planên parêzgar da di çaksazî kirina di sîstema bankayî de.

Serokê Hikûmetê amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî nîşanda ji bo hemahengî kirina li gel saziyan û teqez kir di çarçoveya yasa û rênîşanderiyên banka navendî de kar dikin.

Basnews

 

Top