• Monday, 09 February 2026
logo

Serpereştyarê giştî yê Xaneqaya Neqşîbendî: Kak Mesûd Barzanî bingehê parêzgehbûna Helebce danî û Kak Mesrûr jî budce ji bo wê danî

Gulan Media April 16, 2025 Nûçe
Serpereştyarê giştî yê Xaneqaya Neqşîbendî: Kak Mesûd Barzanî bingehê parêzgehbûna Helebce danî û Kak Mesrûr jî budce ji bo wê danî

Serpereştyarê giştî yê Xaneqaya Neqşîbendî li Tewêle û Helebce Şêx Elî Neqşîbendî behsa hewldanên Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî yên ji bo parêzgehbûna Helebce dike û dibêje: ‘’Hemû karekî baş cîhê destxweşiyê ye.’’

Şêx Elî Neqşîbendî ji BasNewsê re ragehand: Mixabin li gor dîrokê ji dema Serokwezîrê Iraqê yê berê Ebdulkerîm Qasim ve (1958 şûnde) ziyanên mezin geheştine Helebce û heta kîmyabarana Helebce ya bi destê rejîma Beis a hilweşyayî jî berdewam kir. Ji ber wê jî pêwîstbû Helebce zûtir biba parêzgeh. Ji bo parêzgehbûnê li Parlamentoya Iraqê bi hewla hemû fraksiyonên Kurdî ve tişta hat kirin, cîhê destxweşiyê ye û pêzanînê ye. Berê Kak Mesûd Barzanî hewldanên xwe ji bo danîna bingehê parêzgehbûnê dana û naha jî berhemê wê parêzgehbûna Helebce ye ku wê demê birêz Kak Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bû û wî bingehê wê dana. Hewldanên wî bûn sedem ku îro dewleta Iraqê Helebce wek parêzgeh nasand û ev yek cîhê destxweşiyê û pêzanînê ye.’’

Herwaha got: ‘’Kak Mesûd Barzanî ku dema Serokê Herêmê bû, li ser bingehê wê yasaya ku hebû, karî hemû karên bi bandor ên ji bo parêzgehbûna Helebceyê temam bike û biryara Kak Mesrûr Barzanî ya danîna budceyê ji bo Helebce jî gelek giring bû û ev yek cîhê rêzê ye û karên vê dunyayê wisa ne. her kesek hewl bide başiyê bike, li gor wê başiyê dê xelat wergire û ew hewldanên Kak Mesrûr Barzanî jî bi dîtina wê nêrîna olî ve ku dibêje: Hewl bidin ji bo başiyê ye, ev jî hem ji aliyê olî ve û hem jî ji aliyê dunyewî ve cîhê pêzanîn û giringe.’’

 

Basnews

Top