• Monday, 09 February 2026
logo

Serok Barzanî: Tewana kîmyabarana Balîsan, Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetî belgeyekî din a hovîtiya nehezên Kurdistanê ye

Gulan Media April 16, 2025 Nûçe
Serok Barzanî: Tewana kîmyabarana Balîsan, Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetî belgeyekî din a hovîtiya nehezên Kurdistanê ye

Serok Mesûd Barzanî di salvegera 38emîn a kîmyabaran Balîsan, Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetî de peyamek belav kir.

Îro 16.04.2025ê Serok Mesûd Barzanî peyamek di tora xwe ya civakî X de peyamek belav kir û ragehand: ‘’Di 38emîn salvegera tewana kîmyabarana Balîsan, Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetî ya ji aliyê rejîma berê ya Iraqê de, silav ji bo ruhê paqij ê şehîdên wê tewanê û hemû şehîdên Kurdistanê.’’

Serok Barzanî ragehand: ‘’Ew bûyera dilêş belgeyekî dine li ser hovîtiya nehezên Kurdistanê û hêmayê îrade û berxwedana gelê me ye li hember zulm û dagirkeriyê.’’

 

Rudaw

Top