• Monday, 09 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî ya serxwaşiyê ji bo koça dawî ya Bedro Leşkerî Bêstryaneyî

Gulan Media April 16, 2025 Nûçe
Peyama Serok Barzanî ya serxwaşiyê ji bo koça dawî ya Bedro Leşkerî Bêstryaneyî

 Serok Barzanî ji ber koça dawî ya xebatkar û Pêşmerge Bedro Leşkerî Bêstryaneyî peyameke hevxemiyê bo kesûkarên wî belav kiriye û ragehandiye: “Bedro Leşkerî yê rehmetî beşdarî bi dehan berxwedanî û destanên dîrokî yên Pêşmerge bûye û yek ji wan qehremanan bû ku ligel nemir Barzanî çûbû Yekîtiya Sovyetê û hemû jiyana xwe ji bo xizmetkirina Kurd û Kurdistanê ji bo xebateke bilind û rewa dabîn kiribû.”
Naveroka peyama Serok Barzanî ji bo malbat û kesûkarên Bedro Leşkerî:

Binavê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemgîniyeke mezin ve min nûçeya koça dawî ya xebatkar û pêşmergeyê ku westandin nedizanî (Bedro Leşkerî Bêstryaneyî) bihîst.

Xwedê jê razî Bedro Leşkerî Bêstryaneyî beşdarî bi dehan berxwedan û destanên dîrokî yên pêşmerge bûye û yek ji wan qehremanên alîkar ê Barzaniyê Nemir bû, ji bo yekitiya Soviyetê û hemû jiyana xwe bo xizmetkirin û serbilindiya kurd û Kurdistan û ji bo dozeke bilind û rewa dabîn kir.

Ez serxwaşiyê ji malbat û kesûkar û hevalên rehmetî Bedro Leşkerî dikim û xwe bi şirîkê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin daxwaz dikim rihê rehmetî bi biheşta zêrîn şa  bike û sebr û aramiyê bide hemû aliyekî.

Mesûd Barzanî

15.04.2025

 

Basnews

Top