• Monday, 09 February 2026
logo

Serok Barzanî: Serkeftina tîma Dihokê, serkeftina hemû Kurdistanê ye

Gulan Media April 15, 2025 Nûçe
Serok Barzanî: Serkeftina tîma   Dihokê, serkeftina hemû Kurdistanê ye

 Serok Mesûd Barzanî li ser şampiyoniya Dihokê got, "Serkeftina tîma Dihokê, serkeftina hemû Kurdistanê ye."

Tîma futbolê ya Dihokê li hemberî tîma futbolê ya Qadisiyeyê ya Kuweytê 2-1 bi ser ket û bû şampiyonê Kluban a Kendavê.

Serok Mesûd Barzanî ji ber şampiyoniya Dihoke peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de wiha got:

"Ez ji bo vê serkeftina dîrokî û bidestxistina Şampiyoniya Kupaya Kendavê pîrozbahiyeke germ li tîma werzişê ya Dihokê dikim.

Her wisa pîrozbahyê li xelkê Dihokê û hemî xelkê kurdistanê dikem.

Ev serkeftin serkeftina hemî kurdistanê ye. Destê hemûyan xweş be û her serkeftî bin."


Serkeftina dîrokî ya Dihokê

Hefteya borî Dihokê û Qadisiye di gava yekem fînalê ya Lîga Şampiyonan a Kluban a Kendavê de li Kuweytê hatibûn hemberî hev û maç 0-0 bi dawî bûbû.

Dihok û Qadisiye îro di gava duyem a fînalê de li stadyuma Dihokê hatin pêşberî hev.

Dihokê bi golên Siyabend Egîd (xuleka 66an) û Marlon Dos Santos (xuleka 90+2yan) 2-1 tîma Qadisiyeyê ya Kuweytê têk bir û bû şampiyon.

Cara yekem e ku tîmeke Îraq û Herêma Kurdistanê vê kupayê distîne.

 

Rudaw

Top