Deriyê tomarkirina lîste û hevpeymanî û aliyên siyasî bo helbijartinên Parlamentoya Iraqê tê vekirin
Îro 15.04.2025ê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartinên Iraqê, deriyê tomarkirina lîste û hevpeymanî û aliyên siyasî vekir.
Berpirsê ofîsa Hewlêrê yê Komîsyona Bilind a Helbijartinên Iraqê Merwan Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro Komîsyonê serê sibehê ve deriyê tomarkirina aliyên siyasî û hevpeymanî û lîsteyan vedike ku ji îro ve heta 4ê Nîsan a meha pêş nav tomarkirin dê berdewam bike.’’
Derbarê cîhê tomarkirinê de jî got: Divê hemû aliyên siyasî, lîste û hevpeymanî li ofîsa niştimanî ya li Bexdayê navê xwe tomar bikin.
Basnews
