Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê: Eger em neçar bibin, emê li kûrahiya Îranê bidin
Kanala El-Erebiye belav kiriye, ku şîrovekar dibêjin dibe ku çend hefteyeke Îran mabe ji bo berhemanîna çekên Atomî, tevî înkarkirina Tehranê ji pêşxistina çekên bi wî rengî.
Îro yêkşemê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Peter Brian Hegseth ragehand, Amerîka hêviyeke wê ya çaresereke dîplomasiyê heye bo ku Îran nekare çekên Atomî çê bike û eger ev bi ser nekeve, wê demê artêşa Amerîkayê amadeye, darbeyeke tund li kûrahiya Îranê bide.
Dîplomatên Amerîka û Îranê roja şemiyê li Umanê dest bi danûstandinê kirin bo kêmkirina nîgeraniyên rojava ên di derbarê bernameya atomiya Îranê de.
Wezîrê berevaniyê ragehandiye: “Her çiqas Donald Trump bi hêviye ku neçar nebe serî li tevgera leşkerî bide, lê eger em bên neçar kirin, emê darbeya leşkerî bikar bînin, eger Îran naxwaze ji çarenûsa Hûsiyan dûr bisekine, divê bi danûstandinan bernameya xwe ya nukleerî betal bike.”
Navborî dibêje: “Ez tekez dikim ku em naxwazin vê yekê bikin, lê eger pêwîst be emê bikin, da ku Îran nekare bombeyên atomî bi dest bixe.”
Serokê Amerîka Donald Trump îro Çarşemê got, eger danûstandinên Umanê bi ser nekevin, ew dikarin bi alîkarîya Îsraîlê êrîşeke leşkerî li ser Îranê bikin.
Basnews
