Konsulxaneya Brîtanya: Parêzgehbûna Helebce pêngavekî giring û erênî ye
Îro 15.04.2025ê Konsulxaneya Giştî ya Brîtanya li Hewlêrê peyamek bi boneya parêzgehbûna Helebceyê belav kir.
Di peyama Konsulxaneya Brîtanya de hat ragehandin, biryara Parlamentoya Iraqê ya ji bo wek parêzgeh naskirina Helebce, pêngaveke giring û erênî ye.
Herwaha hat ragehandin: ‘’Ji ber vê boneyê wek Konsulxaneya Giştî ya Brîtanya li Hewlêrê em pîrozbahiyekî germ li xelkê Helebce û Herêma Kurdistanê dikin.’’
Duh êvari Parlamentoya Iraqê deng li ser projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê da û Helebce wek 19emîn parêzgeha Iraqê pejirand.
Basnews
