• Monday, 09 February 2026
logo

Dinava 2 rojan de li Sûdanê 56 kes hatin kuştin

Gulan Media April 14, 2025 Nûçe
Dinava 2 rojan de li Sûdanê 56 kes hatin kuştin

Li gorî çavkaniyên ku (France Press) jî di nav de ye li bajarê Um Kadada yê li rojavayê Sûdanê di nava du rojan de herî kêm 56 sivîl hatin kuştin.

Lijneya Hemahengiya Berxwedana Belfaşer îro Yekşemê di daxuyaniyekê de ragehand: “Piştî ku hêzên piştevaniya lez kontrola bajarê Um Kadade kirin, 56 kesên wî bajarî ji ber sedemên netewî kuştine. Binpêkirinên berfireh encam dane, bi zorê hemwelatî li wî bajarî koçber kirine û tevahiya torên wan ên pêywendiyê daxistine.”

Li 15ê Nîsana 2023’an li Sûdanê şerekî tund navbera artêşê bi serokatiya Ebdulfetah Elburhan û hêzên piştevaniya lez bi serokatiya cîgirê berê yê Mihemed Hemdan dest pê kiriye û berdewame.

 

 

Basnews

Top