• Monday, 09 February 2026
logo

Sûdanî: Me bi Serok Barzanî re alîkariyên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin

Gulan Media April 13, 2025 Nûçe
Sûdanî: Me bi Serok Barzanî re alîkariyên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin

 Serokwezîrê Iraqê radigehîne ku, di serdanekê de ji bo aliyê Serok Barzanî danûstandin li ser çend pirs û mijarên niştîmanî kirine. Herwaha dibêje ku, tekezî li ser alîkariyên navbera Hikûmeta Federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kirine.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 12.04.2025 di daxuyaniyekî de ragehand, ku li Hewlêrê serdana Serok Barzanî kiriye û di hevdîtinekê de pê re danûstandin li ser teva rewş û dozên niştîmanî di çarçoveya tekeziya hikûmetê de li ser bingeha hevpariya niştîmanî û peywendiyên bi hêz ên siyasî re kirine.

Sûdanî amaje bi wê jî da, danûstandin li ser mekanîzmayên bihêzkirina şiyanên Iraqê di rûbirûbûna rikberî û aloziyên navxwe û derve de, alîkariyên Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemî mijarên girêdayî mafên niştîmanî kirine.

Serokwezîrê Iraqê herwesa got ku, piştevaniya xwe ji bo danûstandinên navbera hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo lezkirina di pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê de diyar kir.

Sûdanî eşkere jî kir ku, Serok Barzanî amaje daye siyaseta hikûmeta wî li beranberî pêşhatên deverê û cidîbûna li ser parastina peywendiyên Iraqê bi şêwr û peywendiya berdewam li gel hêzên siyasî.

 

 

Basnews

Top