Bi beşdariya Serok Barzanî Yekemîn Konferansa Jinan li Hewlêrê tê lidarxistin
Bi beşdariya Mesûd Barzanî û Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî Yekemîn Konferansa Jinên Kurdistanê li Hewlêrê tê lidarxistin.
Konferans, derfeteke guncayî û keşeke azad ji bo guftûgokirina li ser rol û bandora jinan di nava organ û rêxistinên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de peyda bike.
Li gorî karnameya konferansê, hewl tê dayîn ku bîr û nêrîn li ser pirsgirêkên jinan bên yekkirin. Biyare jî bi rêya panel û guftûgoyan, mekanîzm û çareseriyên guncayî ji bo hemû pirsgirêkên girêdayî bê dîtin, ji bo xurtkirina rola jinan û bikaranîna şiyanên wan di hemû waran de.
Di konferansê de, dê li ser mijarên partîtî, siyasî, civakî, çandî û îdarî guftûgo werin kirin.
K24
