• Monday, 09 February 2026
logo

Li Dîlokê xortekî 18 salî hat kuştin

Li Dîlokê xortekî 18 salî hat kuştin

 Li navçeya Şahinbeyê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, xortekî 18 salî bi tifingê hat kuştin.

Li gor zanyariyan li taxa Cengiz Topelê di navbera Durmuş Karacayê 18 salî û kesekî ku nasnameya wî nehat zanîn ji ber sedemeke nediyar pevçûn derket.

Di pevçûnê de kesekî bi tifingê gule berda sînga Durmuş Karaca û ew bi giranî birîndar kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Durmuş Karaca bir nexweşxaneyeke taybet lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin û polîs ji bo desteserkirina kujer dest bi xebatan kir.

 

Rudaw

Top