• Monday, 09 February 2026
logo

Mezlûm Ebdî li ser kongreya neteweyî axivî

Gulan Media April 13, 2025 Nûçe
Mezlûm Ebdî li ser kongreya neteweyî axivî

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku ew daxwaza birêvebiriyeke xwecihî dikin û vê mijarê bi Şamê re nîqaş dikin.

Ebdî her wiha anî ziman, “Ji bo ku helwesteke siyasî ya hevbeş a partiyên Kurdî dê kongreyek were lidarxistin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji rojnameya Monîtorê re axivî.

Mezlûm Ebdî ji Monîtorê re behsa kongreyeke neteweyî kir û ragihand:

“Ji bo ku helwesteke siyasî ya hevbeş di navbera hemû partiyên Kurdî de were avakirin û şandeyeke hevbeş were pêkanîn ku nûnertiya wan di dan û standinên bi Şamê re de bike dê kongreyek were lidarxistin.”

Mezlûm Ebdî her wiha da zanîn, rêkeftina li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê “pir girîng e lê heta em bi Şamê re bigihêjin rêkeftineke dawî rêkeftin demkî ye.”

Mezlûm Ebdî li ser rêkeftina Bendava Tişrînê jî got:

“Beşek ji wê rêkeftinê têkildarî bendavê ye, beşek jî leşkerî ye.

Li gorî rêkeftina bi Şamê re, birêvebiriya bendavê û karmendan wê dê her wekî xwe bimînin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî anî ziman:

“Tirkiye di daxuyaniyên xwe yên fermî de li ser herêmên di bin desthilata HSDyê de, zimanekî navendîtir bi kar tîne û HSD hest pê kiriye ku qebûlkirinek heye derbarê beşdariya HSD û dezgehên Rêveberiya Xweser a di dewleta Sûriyeyê de.”

Mezlûm Ebdî her wiha got:

“Em dixwazin nasnameya HSDyê di nava refên artêşa Sûriyeyê de were parastin.”

 

Rudaw

Top