Keştiyek li çemê Kongoyê bin av bû: 50 kes mirin
Li Komara Demokratîk a Kongo ku yek ji welatên Afrîkaya Navîne, keştiyek li çemê Kongoyê yê li eyaleta Equateur bin av bû û di encam de herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Serokê herêma Ekvatorê yê Xaça Sor Maitre Kolomba Mampunia ji televîzyona neteweyî RTNC re daxuyanî da û ragehand, li nêzîk bajarokê Mayita ya li eyaleta Ekvatorê, li ser çemê Kongoyê keştiyek bin av bû û di encam de herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Ji aliyekî ve ji ber zêdebûna miriyan nîgeranî tên kirin, ji aliyê din ve xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.
Li wî welatî ji ber kêmbûna rêyên asphalt, piranî çem û gol ji bo xwe gehandiyê tên bikaranîn.
