• Monday, 09 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şera li Antalyayê rewşa Sûriyeyê gotûbêj kirin

Gulan Media April 12, 2025 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şera li Antalyayê rewşa Sûriyeyê gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, “Pêzanîna min ji bo karên Ehmed Şera li hember yekîtîya Sûriyeyê heye û em di piştgirîya wî de berdewam dibin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 11ê Nîsanê li di çarçoveya Korbenda Dîplomatîk li Antalyayê de, bi Serokê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şera re civiya. 

Piştî civînê, Serokê Herêma Kurdistanê li ser hejmara xwe ya tora civakî “X” nivîsî: “Ez kêfxweş bûm ku li Antalyayê bi Serokê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şera re civiyam.”

Herwiha got: “Me ligel Şera behsa rewşa Sûriyeyê kir û Şera nêrîna xwe ji bo Sûriyeyeke pêşerojê ku hemû pêkhateyan di nav xwe de digire, anî ziman.”

Nêçîrvan Barzanî ragihand jî, “Pêzanîna min ji bo karên Ehmed Şera li hember yekîtîya Sûriyeyê heye û em di piştgirîya wî de berdewam dibin.”

Herwiha got, “Me herdu aliyan pabendbûna xwe ya ji bo berdewamiya şerê li dijî DAIŞê tekez kir.”

 

K24

Top