• Monday, 09 February 2026
logo

Endamekî ENKSê: Li gor lihevtêgeheştina PYD û ENKSê çareseriya pirs kurd li Sûriyê bi federalî dibe

Gulan Media April 12, 2025 Nûçe
Endamekî ENKSê: Li gor lihevtêgeheştina PYD û ENKSê çareseriya pirs kurd li Sûriyê bi federalî dibe

 Endamekî Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê radigehîne li gor lihevtêgeheştina navbera PYD û ENKSê çareseriya pirs kurd li Sûriyê bi federalî dibe û got: ‘’Reşnivîsek hatiye amade kirin û demekî nêzîk de bi beşdariya temamê aliyên Rojavayê Kurdistanê dê bê pejirandin.’’

Endamê ENKSê Îmad Birho ragehand, li gor lihevtêgeheştina PYD û ENKSê çareseriya pirsa kurd li Sûriyê bi federalî dibe û ragehand: ‘’Ew lihevtêgeheştin heye ku reşnivîsek hatiye amadekirin wek rêkeftin û biryare bi amadebûna civatekî berfireh, ku pêkhatibe ji hemû aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, rêxistinên civaka sivîl, Rêxistina Cenev, partiyên derveyî PYD û ENKSê ve, di wê rûniştinê de rêkeftin bê pejirandin. Ew rûniştin dê demek nêzîk de pêkbê, lê roja wê hîn nehatiye destnîşan kirin.’’

Îmad Birho diyar kir, di wê reşnivîsê de li gor rêkeftinên dema borî yên ENKS û PYD, hemû aliyek geheştiye wê baweriyê ku çareseriya rewşa Sûriyê bi giştî tenê bi Sûriyeyekî yekgirtî ya federal pêkane û di vê navberê de federalî çareseriya pirsa kurd a li wî welatî ye. Û got: ‘’Hemû aliyan ve em dixwazin kar ji bo misogerkirina federaliya kurd di destûra nû ya Sûriyê de bikin û bi cureyekî ku zimanê kurdî li ser asta welat zimanê duyem be û li navçeyên kurdî jî zimanê kurdî serekî be.’’

Wî endamê ENKSê aşkera kir, ew her di roja yekem de dibêjin ku federalî mafê gelê kurd ê li Sûriyê dikare misoger bike û ragehand: ‘’Naha em keyfxweşin ku hemû alî geheştine wê baweriyê, ku çareseriya pirsa kurd li Sûriyê bi federalî pêkane.’’

 

Basnews

Top