Wekîlê Mîrê Êzdiyan: Rêveberên Iraqê pêbendî nêrînên Serok Barzanî ban, Iraq nedigeheşte vê rewşê
Wekîlê Mîrê Êzidiyan Cehwer Elî Beg dibêje gotara Serok Barzanî ya li Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan li Hewlêrê gelek giring bû û beşek ji peyamê ji bo Iraqê bû, ku piştî hilweşîna Sedam Iraqeke bihêz nehate avakirin û rêz li pêkhateyan nehate girtin.
Cehwer Elî Beg ji BasNewsê re ragehand: Serok Barzanî rastiya guhertinan li navçeyê xwandiye û dizane guhertin çawa dibin, ji bo wê jî peyama wî du beş bû, beşek ji bo navxwe û beşek jî ji bo aliyên Iraqî bû, ewa navxwe girêdayî bû ku demekî kurt de kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê jibo xizmeta xelkê Kurdistanê bê ava kirin. Êdî ew kar neyê paşxistin ji ber ne di berjewendiya xelkê Kurdistanê de ye. Serok Barzanî behsa guhertinên mezin kir û got guhertinên mezin di rê de ne. Ew tê wê wateyê ku divê Herêma Kurdistanê xwe ji bo qonaxa pêş amade bike. ji ber hin guhertinên giring li navçeyê dê pêkbên. Eger gelê Kurdistanê xwe amade neke dê ziyanê bibîne.’’
Herwaha diyar kir: Nêrînên Serok Barzanî ji bo bihêzbûna kurdan vê qonaxê de ew e, yekbûn û yekitiya kurdan pêwîste ku ew xala giring a serkeftina hemû gelê Kurdistanê ye û divê hemû hêzên siyasî girêdayî vê yekê bin. Derveyî wê jî peyamekî wî ji bo opozisyonê hebû, ku hemû aliyek wegere ji bo dîtina rastiyên Kurdistanê û helsengandinê li ser bingehê rastiyan bikin, ne ku teşhîr û dijûndan, ku ew yek ji bo vê qonaxa Kurdistanê giringe bi hemû aliyekî ve xwe jê vekêşîn çêbe ango xwe ji vekêşandina siyaseta dijûn û hev şikandinê divê çêbe.
Wekîlê Mîrê Êzidkiyan diyar kir: ‘’Peyama duyem a Serok Barzanî ji bo aliyên Iraqê bû, ku mixabin piştî hilweşîna rejîma Sedam pêwîstbû Iraqekî nû li ser bingehê demokrasî û rêzgirtin li mafên mirov û federaliyê hatiba avakirin. Lê mixabin wek pêwîst nehate cîhbicîhkirin û Iraq ji ber newegeriya bo bingehên hevbeşî û hevsengî û lihevkirinê rastî terazin û zehmetiyan hat. Vê jî wisa kir ku karesatên mezin pêkbên, her ji serhildana DAIŞê bigre heta krîza darayî û şerê navxweyî û xwepêşandan û serhildana tundiyê çêbûn.’’
Basnews
