Nêçîrvan Barzanî: Li gel YNKê em li ser rêyekî rast a gotûbêjên pêkanîna hikûmetê de ne
Serokê Herêma Kurdistanê ragehand, PDK û YNK li ser rêyekî rast in ji bo ku bikarin kabîneya nû ya hikûmetê pêkbînin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Ebu Dabî derbarê gotûbêjên di navbera PDK û YNKê yên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand: ‘’Gotûbêjekî cîî di navbera me û YNKê de hene. Di vê demê de bêhnvedan hebûn, cejna Remezan û Newroz têkel yek bûn, ev sedemê serekî ye ji bo paşketina gotûbêjan, lê ez bawerim em li ser rêyekî rast in ji bo em bikarin hikûmeta nû pêkbînin.
Derbarê sedemê dereng ketina şandina petrola Herêma Kurdistanê de jî got: ‘’Hin pirsgirêkên hunerî hene, lê wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû amadekariyek heye ji bo ku demekî kurt de petrol bi rêya boriyê ve ji derve re bê şandin.’’
Basnews
