• Monday, 09 February 2026
logo

Hakan Fîdan: Birêz Mesûd Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkên Herêm û Iraqê bi awayekî avaker çi ji destê wî tê encam dide

Hakan Fîdan: Birêz Mesûd Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkên Herêm û Iraqê bi awayekî avaker çi ji destê wî tê encam dide

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan di hevpeyvînekê de ligel televîzyona UTV ku navenda wê li Iraqê ye, behsa pêwendiyên welatê xwe bi cîranên xwe re kir û amaje bi wê da ku bo Tirkiyê, tirkmen, ereb, kurd, sunî û şîe ti cudahiyek tineye û ragehand: “Naha pêywendiyeke me ya baş li gel Hewlêrê heye. Birastî birêz Mesûd Barzanî ya ku li destê wî bê ji bo çareseriya pirsgirêkên Herêm û Iraqê, bi awayekî bingehîn encam dide.”

Herwaha di bersiva pirsekî de ya di derbarê Iraqê de Hakan Fîdan ragehand: “Iraq ya hemû Iraqiyane, her li Şîe, Sunne, Tirkmen, Kurd. Em di vê mijarê de piştevaniya siyaseta birêz Sûdanî dikin. Di van salên dawî de, hinek pevçûn, şaşfêmkirin û hinek hestên taybet mane. “Daxwaza me wek Tirkiye ew e ku em li Iraqê bi siyaseteke avaker û welatekî ku pirsgirêkên xwe çareser kirine, pêşketinê bibînin.”

Di beşeke din a hevpeyvînê de Hakan Fîdan bi girîngî danekê ve behsa rola Serok Barzanî dike û dibêje: “Brastî ya ku ji destê birêz Mesûd Barzanî bê, ji bo çareseriya pirsgirêkên Herêm û herwaha Iraqê, bi awayekî bingehî encam dide. Me çendîn car ev di nêzîk ve dîtiye. Hem di ware tekoşîna li dijî terorê û hem jî karê hevbeş di derbarê enerjiyê de em dibînin ku çend bi israre.”

Hakan Fîdan di bersiva pirseke derbarê serokwezîrê Herêma Kurdistanê de, behsa serkeftina Mesrûr Bazanî kir û got, “Birêz Mesrûr Barzanî weke serokwezîr bi berdewamî ji bo avakirina jêrxaneyan û çareserkirina pirsgirêkên herêmê di nava hewldanan de ye û li ser çawaniya çareser kirina wan difikire.”

Herwaha di derbarê Serokê Herêma Kurdistanê de Fîdan got, “Hemû herêm dizane ku birêz Nêçîrvan Barzanî çiqasî avaker û xwedî bandor e. Yanî kesayetek e ku dizane hemû pirsgirêkên herêmê bi awayekî avaker çareser bike.”

Herwaha dibêje, “Bêguman hemû jî li ser xizmeta gelê xwe difikirin. Dema ku em vê yekê dibînin em kêfxweş dibin. Daxwaza me ew e ku li herêmê ti kes dijberiya ti kesî neke û her kes hewl bide xizmetê bike.”

Di bersiva pirsekê de ya di derbarê rewşa Silêmaniyê de Hakan Fîdan got: “Hûn dizanin ku em nikarin li ser rewşa Silêmaniyê wiha bibêjin. Em hêvî dikin ku dostên me (YNK)yên li Silêmaniyê jî wek Hewlêrê rêxistina terorê ji xwe dûr bixin û ber bi ewlehî û bextewariya gelê xwe ve pêngav bavêjin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa hêviyên wan ji hikûmeta Îraqê yên li hember PKKê kir û amaje bi wê da, ku PKKe rêxistineke ku li ser Tirkiyê gefe, gelek navçeyên Iraqê ji wan jî Şingal dagir kiriye û got, “Lewma divê Iraq ji bo şerê li dijî PKK’ê tedbîrên taybet bigire, hem ji ber ewlehiya xwe, hem jî ji ber ewlehiya navçeyê.”

Hakan Fîdan diyar kir, “Li gel Iraqê di pirsa tekoşîna li dijî terorê de em li bendêne ku çawa li dijî DAIŞê tekoşîn kirine, bi heman awayî li dijî PKKê jî tekoşînê bikin. Niha em gihîştine qonaxekê ku PKK ji aliyê qanûnî ve weke gef tê dîtin. Ev cihê kêfxweşiyê ye. Em hêvî dikin ku ji bo li dijî dagirkeriyên PKK’ê hem ji herêmên Kurd û hem jî yên Ereb, hewldanên pêwîst bên kirin. Ez di wê baweriyê deme ku hemwelatiyên Iraqê ya ku pêwîst be di vê derbarê de encam didin Iraqê çawa axa xwe ji DAIŞê paqij kiriye, wiha jî ji PKKê paqij dikin”

Hakan Fidan di berdewamiya hevpeyvîna xwe de herwaha di derbarê pirsa çekdanîna PKKê de axivî û got: “Piştî wê banga ku ji bo çekdanînê hat kirin, em hêvîdarin û daxwaza me ewe ku guhdarî wê bangê bin û ew rêxistin wekî ku Rêberê wan daxwaz kiriye, kongreya xwe bikin û xwe hilweşînin û biryara çekdanînê bidin. Eger wisa bikin, hem Iraq, hem Tirkiye, hem Sûriye, hem kurdên wê û hem jî hemû gelên herêmê dê bi rastî sûd werbigirin. Iraq, Sûriye û Tirkiye amade ne ku pêşwaziya bêçekbûnê bikin û bi awayekî din rê nadin çalakiyên çekdarî. Hêvîdar im û bi îzna Xwedê wê bi ser bikeve. Lê eger na, tiştên ku heta niha li dijî wan hatine kirin dê berdewam bin, lê ya rast ez di demek nêzîk de hin geşedanan dibînim.”

 

 

Rudaw

Top