Hikûmeta Kurdistanê ji bo sibe li hemû saziyan bêhnvedana fermî ragihand
Hikûmeta Herêma Kurdistanê sibe 9ê Nîsanê bi boneya salvegera rûxandina rejîma Beis, li hemû saziyan bêhnvedana fermî ragihand.
Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, bi boneya salvegera rûxandina rejîma Beis, sibe 9ê Nîsanê li hemû saziyên Herêma Kurdistanê bêhnvedana fermî ye.
Li gor daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan, dusibe Pêncşemê 9.04.2025an li hemû saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê karê fermî dê dest pê bike.
Sibe roja Çarşemê 09-04-2025, 22mîn salvegera rûxandina rêjîma dîktator a Beisê bi serokatiya Sedam Husên e.
K24
