Serokê Desteya Weberhênanê: Em hejmareke pirojeyan bi kompaniyên Îmaratî re bi cih tînin
Mamosta û karmendên perwerdayê li parêzgehên Diyale, Besre, Zîqar û Babilê xwepêşandanên nerazîbûnê pêktînin û daxwaza zêdekirina mûçe û daxwaza erd û cîhbicîhkirina daxwazên wan ên pîşeyî dikin. heman demê de li bajarê Nasiriye hêzên ewlehiyê ji bo belav kirina xwepêşanderan gazên rondikrêj bikaranîn û hejmarek xwepêşander jî birîndar in.
Li Diyale mamosta li pêş rêveberiya perwerdeyê kombûn û daxwaz başkirina rewşa xwe ya darayî kirin.
Herwaha mamostayên parêzgeha Besre îro 08.04.2025ê li pêş avahiya rêveberiya perwerdeyê xwepêşandan encam dan û ragehandin eger daxwazên wan bicîh neyên, gefa çalakiyên sivîl kirin.
Li gor zanyariyan hêzên ewlehiyê li bajarê Nasiriye, li parêzgeha Zîqar gazên rondikrêj li dijî perwerdekaran bikaranîn û ji ber wê jî hejmarek xwepêşanderan birîndar bûn. herwaha çend carek jî hêzên ewlehiyê êrîşî xwepêşanderan kir.
Nûnerê xwepêşanderan Sefa Malikî ji ajansa Şefeq News re ragehand: Bi hezaran mamosta beşdarî xwepêşandanan bûne û daxwaza başkirina mûçe û dabeşkirina erd li ser wan dikin. herwaha got; Greva giştî li seranserê parêzgehên Iraqê berdewam dibe.
Herwaha amaje bi wê yekê jî kir ku; ‘’Pêwîste encûmena wezîran di rûniştina îro de vê mijarê zelal bike, mafê temam ji perwerdekaran re bê dayîn. Herwaha kar bike ji bo bidestanîna daxwazên rewa ên bi rêya destwerdana li mûçe, ku rewşa jiyanê de jî bandorê bike û li gel wê divê parçe erd û zevî ji her mamosta û fermanberekî perwerdê re bê dayîn.’’
Basnews
