Lîwayên din ji bo valahiya ewlehiyê li Herêm û Bexdayê tên avakirin
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fermandeya Hêzên Hevbeş aşkera dike, ji bo avakirina lîwayeke (tugay) din a hevbeş li wan navçeyên girîng û valatî tê de heyî, li Baxdayê li gel hevpeymanan civiyane û aşkera jî dike, 6 mehin ku ti çalakî û tevgereke DAIŞê li wan cihên ku lîwayên hevbeş lêne nehatine tomar kirin.
Nûnerê Hikûmeta Herêma kurdistanê li fermandeya hêzên hevbeş Ebdulxaliq Telet, îro 07.04.2025, ji BasNewsê re ragehand, piştî ku herdu lîwa yek û dû yên taybet bi parastina navçeyên valahiya ewlehiya navbera Hİkûmeta Herêma Kurdistan û Iraqê de pêk hat, ku hejmara wan zêdetir ji 3 hezar û 600 pêşmergeye û leşkerê artêşa Iraqê ye. Ew herdu lîwa li ser navçeyên Diyale, Xaneqînê, heta ku digehêje Xurmatû û Kerkûk û Dubiz û hemû navçeyên ku berê metirsî û tevgera DAIŞê tê de hebûn, hatin dabeş kirin. Ew lîwa ku hevbeşin, 6 mehe ku dest bi kar bûye û di nava mê demê de heta niha ti çalakî û bûyekekî li wan navçeyên ku ew lîwa lêne, nehatine tomar kirin û tevgerbûna DAIŞê li wan navçeyan gehiştiye xala sifirê û diyar jî kir: “Avakirina wan herdu lîwayan cihê kêfxwaşiya xelkêye, li gel wê jî hindek cîh mame û wiha pêwîst dike ku zêdetir ji 2 lîwayan hebe bo pirkirina wan navçeyan, ji ber wê jî îro 7ê nîsanê, li gel hevpeymanan ji bo avakirina lîwayên din li hindek xalên girîng civîna me hebû û egera zêdebûna lîwayan heye, ji bo ku ew navçe hemû bikaribin bi temamî werin kontrol kirin.”
Lîwa Ebdulxaliq Telet tekezî li ser wê kir, ew herdu lîwa li wan cihên ku tê de serkeftî bûn di pirkirina valahiyên ewlekatiyê de, ew jî bûye sedema wê ku bi ti awayekî tevgera çekdarên DAIŞê li wan xalên hatine tije kirin, nebin, ji ber vê yekê tê payîn ku ji bo xalên girîng ên mayî tugayeke din bê avakirin.
Basnews
