• Monday, 09 February 2026
logo

Karox Xoşnaw: Amerîka rijde li ser şandina petrola Kurdistanê, lê li Bexdayê hin dest hene rêgiriyê dikin

Karox Xoşnaw: Amerîka rijde li ser şandina petrola Kurdistanê, lê li Bexdayê hin dest hene rêgiriyê dikin

 Serokê Enstitûya Lêkolînên Amerîka – Kurdî diyar kir, Amerîka rijde li ser şandina petrola Kurdistanê, lê li hember wê astengeke siyasî li Bexdayê heye li pêş proseyê astenge.

Serokê Enstitûya Lêkolînên Amerîka – Kurdî Karox Xoşnaw ji BasNewsê re ragehand: ‘’Destek heye li Bexdayê dixwazin sektora petrolê li Kurdistanê bikin mijarekî siyasî û li gel wê yekê de nînin ku petrola Kurdistanê bê şandin, ji ber şandina petrola Kurdistanê dê rê ji geşekirin û pêşketineke berçav çêbike û Kurdistan dê bikeve qonaxeke din. Hin alî hene li gel wê pêşketinê de nînin û dixwazin astengên zêdetir li pêş henardekirina petrolê çêbikin. Beşek pirsgirêkên teknîkî jî hene, bi taybet ew nirxê ku Iraq bide kompanyayên APIKUR pirsgirêke, heta naha pirsgirêk hinek têkelin û beşek jî pirsgirêkên siyasî ne û tên çêkirin.’’

Herwaha got: ‘’Komeleya APIKUR dixwaze garantî hebe û mafê wan neyê xwarin. Ji bo wê jî daxwaza garantiyê li hikûmeta federal dikin. di vê navberê de Amerîka jî dixwaze pirsa şandina petrola Kurdistanê çareser bike. Donald Trump dixwaze sozên helbijartinê dane bibe serî ku daxistina nirxê petrolê jî yek ji wan bû. Herwaha beşek piraniya wan kompanyayên beşdarin li APIKUR kompanyayên Amerîkayê ne, ew kompanya di kongreya Amerîkayê de lobiya wan heye û daxwaz dikin Amerîka destwerdanê bike. ji bo wê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio hate ser xetê û telefon ji Sûdanî re kir û dixwazin wê pirsgirêka henardekirina petrolê çareser bikin.’’

Karox Xoşnaw got: Ragirtina şandina petrola Kurdistanê ziyanekî zêde gehandiye aboriya Iraq û Kurdistanê û herwaha kompanyayên APIKURê. Di wan 2 sal û 20 rojên ku şandina petrolê hatiye ragirtin de 24 milyar dolar ziyan çêbûye.

 

Basnews

Top