• Monday, 09 February 2026
logo

Li Bexdayê endazyarek di binkeyekî polîs de bi êşkenceyê canê xwe ji dest da

Li Bexdayê endazyarek di binkeyekî polîs de bi êşkenceyê canê xwe ji dest da

Li paytext Bexdayê di binkeyekî polîs de endazyarekî bi êşkenceyê jiyana xwe ji dest da û vê yekê bertek û nîgeraniyên şeqama Iraqê li dû xwe anî.

Îro 07.04.2025ê ji ber êşkenceyê di binkeyekî polîs a li Bexdayê endazyarekî jiyana xwe ji dest da û vê derbarê de çavkaniyekî ewlehiyê ji malpera Bexdad Elym re ragehand: Endazyar Beşîr Xalîd piştî ku di binkeyekî polîsê Bexdayê de êşkenceyekî tund lê hate kirin û çend rojekî ket rewşa komayê û îro jiyana xwe ji dest da.

Ew endazyar li gel efserekî polîsê federal ê payeya wî Lîwa ji ber ketibû aloziyê hatibû girtin û piştre hatibû êşkence kirin û ji bo nexwaşxaneya Yermûk hatibû veguhestin, lê îro hat ragehandin ku jiyana xwe ji dest daye.

Vê bûyerê dengdaneke berfireh li şeqama Iraqê li dû xwe anî û daxwaza lêkolîn û lêpirsîn û cezakirina wan kesan tê kirin ku têkelî vê bûyerê bûne.

Duh Serokê Parlamentoya Iraqê Mehmûd Meşhedanî biryar da lijneyekî parlamentoyê ji bo lêkolîna bûyerê bi serokatiya Erşed Salihî û endamtiya 6 parlamenteran pêkbê û vê heftiyê de karên xwe temam bikin û encamên lêkolînê ragehînin.

Malbata wî endazyarî jî berî naha daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Navxwe kiribû, kurê wan ji mirinê rizgar bikin, ji ber bi awayekî hovane ji aliyê karmendên saziyên ewlehiya Iraqê ve hatibû êşkence kirin.

Li gor gotinên malbata wî endazyarî, bûyer li Hitîn a Bexdayê pêkhatiye û piştre Beşîr Xalîd ji aliyê tîmemek polîs ve hatiye girtin û piştre ew ji bo binkeyekî polîsê Hitîn a Bexdayê hatiye veguhestin. Li wê derê hatiye êşkence kirin û ji ber wê ketiye komayê û piştre jî jiyana xwe ji dest da.

 

Rudaw

Top