• Monday, 09 February 2026
logo

Bi fermana Mesrûr Barzanî erd li ser fermanberên Komîsyona Helbijartinên Iraqê tê dabeş kirin

Bi fermana Mesrûr Barzanî erd li ser fermanberên Komîsyona Helbijartinên Iraqê tê dabeş kirin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da erd û zevî li ser hezar û 628 fermanberên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartinên Iraqê li Herêma Kurdistanê bê dabeş kirin.

Îro 07.04.2025ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand: Li ser fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi nivîsa fermî ya Serokatiya Encûmena Wezîran ku ji Wezareta Şaredarî û Geştûguzarê re hatiye şandin de, zevî li ser 1.628 fermanberên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartinên Iraqê li Herêma Kurdistanê bê dabeş kirin.

Di nivîsa bi hejmara 1188 a roja 7ê Nîsan a 2025ê de hat gotin: Li ser spardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî karê pêwîst ji bo bên encamdan û zevî li ser fermanberên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartinên Iraqê bê belav kirin û bi mercê berê sûdmend nebibin û heman ew merc li ser wan bê cîhbicîhkirin ku li ser fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine cîhbicîhkirin.

 

Basnews

Top