• Monday, 09 February 2026
logo

Rêxistineke ser bi PKKê bi dehan zarokan direvîne û wan çekdar dike

Rêxistineke ser bi PKKê bi dehan zarokan direvîne û wan çekdar dike

 Rêxistineke PKKê ya binavê Ciwanên Şoreşger çendîn zarok li Rojavayê Kurdistanê direvîne û bi zorê ji malbatên wan qut dike.

Demeke revandina zarokan bi rêya wê rêxistinê ve û leşkerkirina wan bi taybet di meha Adara 2025 zêde bûye, tevî ku danûstandina di navbera HSD û Desthilatda Nû ya Şamê bo çûna rêzên artêşa Sûriyê heye.

Dayîka yek ji wan zarokan a bi navê Henan Ebdulreman Ebdî ya temen 17 sal, di vîdeoyekî de dibêje: PKKê keça me li bajarê Kobanê revandiye ku diçe dibistana seretayî.

Herwaha dibêje: Em şêniyên bajarê Efrînê ne, awareyên bajarê Kobanê ne û ji ber şer reviyane, em dixwazin Mezlûm Ebdî zarokên me bo me vegerîne, yan na, dê xwe bişewitînim.

Rêxistina Ciwanên Şoreşger a ser bi PKKê di revandina zarokan û leşkerkirina wan de berdewame, tevî ku Rêberê giştî yê wê partiyê Ebdulah Ocalan daxwaz kiriye ku PKKe xwe hilweşîne û çek dayne.

Beriya naha bi 2 rojan jî bavê 2 keçên revandî yê kurd li Qamişloyê videoyek belav kiribû û gefa wê dixwe ku eger herdu keçên wî ji wî re venegerînin, ewê xwe bişewitîne.

Di sala 2015 hemwelatiyekî kurd ê binavê Feysel Mistefa, piştî ku rê jê re nehatibû dayîn ku keça xwe li Yekîneyên Parastina Jinên ser bi PKKê ve bivîne, ku bêy pirsa bavê wê hatibû çekdar kirin, xwe şewitand û jiyana xwe ji dest da.

Rêxistina Ciwanên Şoreşger a PKKê heta niha bi dehan zarok revandiye û ew bi zorê çekdar kirine.

Videoyê bibînin 

 

Basnews

Top