• Monday, 09 February 2026
logo

Parlamenterekî Iraqê: Gendeliyeke zêde di girêbestên Wezareta Berevaniyê hatiye aşkera kirin û em daxwaza lêkolînê dikin

Parlamenterekî Iraqê: Gendeliyeke zêde di girêbestên Wezareta Berevaniyê hatiye aşkera kirin û em daxwaza lêkolînê dikin

Parlamenterekî Iraqê aşkera dike, ku gendeliyeke zêde di girêbestên wezareta Berevaniyê de heye bi awayekî di hindek rewşan de girêbest li gel kompanyayên sextet yan jî ne layîq bo dabînkirina alavên leşkerî tên îmzekirin, ji ber wê jî divê lijneyeke lêkolînê bê avakirin.

Endamê Lijneya Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Yasir Eskender Wetût ji Sumeria News re ragihand: “Gendelî di girêbestên li gel wezareta Berevaniyê ya Iraqê, vedigere  bo demên borî ku Serokwezîr bibe serokê desteya pirçek kirin û kirîna alav û amûrên leşkerî, ew girêbest wek yek ji pirsgirêkên herî diyar tên zanîn ku bi salane hikûmeta Iraqê rûberûye.”

Herwaha radigehîne: “Di girêbestên kirîna çek û alavên leşkerî yên ku ji aliyê wezaretê ve hatine çêkirin de mînakên gendeliyê hene. Carinan ev girêbest bi buhayên giran an jî bê şefafiyet tên çêkirin û ev jî dibe sedema îsrafkirina dewlemendiyên giştî.”

Ew endamê berevaniyê yê parlamentoyê di dirêjahiya daxuyaniya xwe de got, “Di hinek rewşan de ji bo dabînkirina alavên leşkerî bi şîrketên sexte yan jî bêkalîte re girêbest tên îmzekirin, hinek caran jî bertîl ji berpirsên wezaretê re tê dayîn ku di berdêla mûçeyeke diyarkirî de bi hinek şîrketan re girêbestan îmze bikin.”

Herwaha amaje bi wê jî dike: “Hin alavên leşkerî yên hinardekirî ji bo karanîna rastîn ne guncan in an di binê taybetmendiyên ku di peymanan de hatine destnîşan kirin dikevin. Herwaha dibêje, “Hindek alî hene ku vê mijarê ser digrin, ev jî li vekirina van dosyayan bo dadweriyê re dibin asteng.”

Ev parlamenter herwaha daxwaz jî dike ku divê komîteyeke lêkolînê di nav Buroya Çavdêriya Darayî û Komîsyona Gendeliyê de bê avakirin daku lêkolînê li ser girêbestên Wezareta Berevaniya Iraqê bike."

 

 

Basnews

Top