Genel Energy bi biryara dadgehê dê 26.9 milyon dolaran wek tezmînat bide Herêma Kurdistanê
Kompanyaya Genel Energy ya Tirkiyê ji aliye Dadgeha Navnetewî ya Tehkîmê ya Londonê ve hat mehkûm kirin û biryar hate dayîn ku 26.9 milyon dolaran bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dawiya sala 2021ê de peymanên pêşxistina qadên petrolê yên Mîran û Bina Bawî yên li gel Genel Energyê hilweşandin û piştî wê nakokiyên hiqûqî dest pê kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehandibû ku ji ber mercên peymanê wek pêwîst nehatibûn cîhbicîh kirin biryara hilweşandina wê peymanê hatiye dayîn.
Piştî hilweşandina peymanan, Genel Energyê li Dadgeha Navneteweyî ya Tehkîmê ya Londonê doz li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekir û daxwaza tazmînat a 1,75 milyar dolarên Amerîkî kir.
Li ser wê serlêdana Genel Energy ya li Dadgeha Navnetewî ya Tehkîmê li Londonê, doz hate dîtin û dadgehê biryar da Genel Energy 26.9 milyon dolaran wek tezmînat bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Genel Energyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku bi biryara ku ji Dadgeha Navneteweyî ya Tehkîmê ya Londonê wergirtiye, dê ji ber karên xwe yên derengmayî yên li du qadên petrolê zêdetirî 26 milyon dolaran tazmînatê bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Genel Energya ku li Borsaya Londonê qeydkirî ye û navendeke wê li Tirkiyê ye, 2yê Kanûna Paşîn a 2024an li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê serî li Dadgeha Navneteweyî ya Tehkîmê ya Londonê dabû.
Li gorî biryara dadgehê, ji ber ku şirketê li gorî şertên peymana xwe ya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re tevnegeriyaye û karên xwe yên di qadên petrolê de dereng xistiye ev biryar hatiye dayîn.
Basnews
