• Monday, 09 February 2026
logo

Endamê Kongreya Amerîkayê Joe Wîlson: Iraq ji aliyê Îranê ve tê birêvebirin

Endamê Kongreya Amerîkayê Joe Wîlson: Iraq ji aliyê Îranê ve tê birêvebirin

Endamê Kongreya Amerîkayê yê ser bi Komariyan û kesayeta nêzîkî Serokê Amerîkayê Joe Wîlson di tora xwe ya civakî X de derbarê hegemona Îranê ya li Iraqê de ragehand: Iraq ji aliyê Îranê ve tê birêvebirin.

Herwaha di parvekirina xwe de Joe Wîlson dibêje: ‘’Serokê rêxistina Bedir Hadî Amrî dibêje eger Amerîka şiyana atomî ya Îranê bike armanca êrîşê, gefên şer li Amerîkayê dixwe.’’

Joe Wîlson ragehand: ‘’Qasim Arecî ku rêveberekî payebilind ê rêxistina Bedir e û şêwirmendê ewlehiya niştimaniya Iraqê ye, ev bixwe jî belgeya ku zêdetir Îran Iraqê birêve dibe.’’

 

Basnews

Top