• Monday, 09 February 2026
logo

Keştiyek teqiya ku 31 geştiyarên Rûsî û Kazaxistanî di nav de bû

Keştiyek teqiya ku 31 geştiyarên Rûsî û Kazaxistanî di nav de bû

Kanala “Rûys Elyum” ragehandiye ku li nêzî Girava Maîthon a li eyaleta Phuket a başûrê Taylandê keştiyeke geştiyariyê ku 31 tûrîstên ji Rûsya û Kazaxistanê tê de bûn teqiya û şewat derket.

Li gor berdevkê polîsê wê navçeyê, di dema teqîna keştiyê de 30 geştiyar di nav avê de bûne, keştiyarekî Rûsî jî di heman keştiyê de bûye û ji ber şewatê bandor  bûye û ji bo çareseriya dermanî rakirine nexwaşxaneyê.

Herwaha 30 kesên din jî zirar nedîtin û vegeriyan otêlên xwe.

 

 

Basnews

Top