Qeys Xezelî: Çend kîlometreyek maye Îsraîl bigehe ser sînorê Iraqê
Milîsên Esayîb Ehlî El Heq radigehîne ku Îsraîl çend kîlometre mane bigehe ser sînorê Iraqê û teqez dike, Îsraîl hewl dide bigehe gel mezarê pêxember Îbrahîm ku di nav axa Iraqê de ye.
Serokê milîsên Esayîb Ehlî El Heq Qeys Xezelî di gotara xwe ya cejna Remezanê ya îro 31.03.2025ê ragehand: ‘’Îsraîl hewl dide bigehe ser mezarê pêxember Îbrahîm ku di nav axa Iraqê de ye.’’
Herwaha hişyarî da ku di navbera Îsraîl û sînorê Iraqê de tenê çend kîlometre mane.
Qeys Xezelî dibêje, nabe êdî em destgirêdayî rawestin û got: ‘’Destgirêdayî mayîn dijmin di nav bazineya kêşmekêşiyên me dûr naxe.’’
Herwaha teqez kir naha li Filîstîn, Lubnan, Sûriye û Yemenê şerekî berdewam dike heye û got: ‘’Ecêb nemînin eger bahaneyekî jî bo Iraqê bibînin Iraqê rakêşin eniya şer, ji ber şerê heye îdeolojîk e.’’
Dawiyê de jî got ‘’Metirsiyekî din li ser yekitî û seqamgiriya axa Iraqê ye û gef û metirsiye li ser Tirkiyê jî.’’
Rudaw
