• Monday, 09 February 2026
logo

Li Diyarbekirê di peyamên cejnê de çareseriya pirsa kurd derketin pêş

Gulan Media March 31, 2025 Nûçe
Li Diyarbekirê di peyamên cejnê de çareseriya pirsa kurd derketin pêş

Li Diyarbekirê di pêşwazîkirina Cejna Remezanê de rayedarên dewletê û siyasetmedaran daxwaza pêkanîna aştiyek mayînde kirin. Siyasetmedarên Dem Partiyê jî û siyasetmedarên AK Partiyê jî di peyamên xwe yên pîrozkirina Cejna Remezanê de daxwaz û hêvî kirin ku pêvajoya çareseriyê ya nû bi ser bikeve.

Li Diyarbekirê welatiyan bo pêşwazîkirina Cejna Remezanê berê xwe dan Mizgefta Mezin a dîrokî ya nav Sûrê. Li Diyarbekirê Nimêja Cejna Remezanê demkimêr 6.37ê hat kirin û mizgeft ji welatiyan tije bû. Rayedarên dewletê û siyasetmedaran jî li gel welatiyan nimêja cejnê kirin û di peyamên xwe yên pîrozkirina cejnê de daxwaza aştî û aramiyê kirin û hêvî kirin ku pêvajoya nu ya çareseriya pirsa kurd bi ser bikeve.

Wezîrê Çandinîyê yê berê yê Tirkıyeyê Mehdî Eker ji K24ê re got: “Em hêvî dikin ku ev îd bibe wesîle li alema îslamê aramî pêk were, em hêvî dikin ku pêvajoya nu jî bi ser bikeve, bi awayeke baş dimeşe.”

Dem Partiyê jî di yekem roja Cejna Remezanê de serdana goristana Deriyê Mêrdînê kir û li ser gora Siyasetmedarê Kurd Vedat Aydinê sala 1991an de hatibû kuştin kir. Li ser gora Vedat Aydin daxuyaniyek hat dayîn û daxuyaniyê de piştgiriya pêvajoya nu hat kirin.

Hevjîna Vedat Aydin, Şukran Aydin dibêje: “Em hêvî dikin ku ev pêvajoya nu dest pê kiriye bi ser bikeve, kurd jî bigihîjin mafên xwe.”

Di rêrisma pîrozkirina Cejna Remezanê ya Parêzgeriya Diyarbekir de jî siyasetmedaran amaje kirin ku ew hêvî dikin cejin bibe wesîleya pêkanîna aştiyê û bo vê yekê jî  tifaqek xurt di nava civakê de pêk were.

Parlementerê AK Partî yê Diyarbekir Galîp Ensarîoglû got: “Em dixwazin ev îd bibe wesîleya aştiyê, girngiya vê cejnê ew e ku dê bi xwe re tifaqa kurd û tirkan bîne, dê çek rawestin û tundî bi dawî bibe.”

Di peyamên îsal ên cejnê de li Diyarbekirê daxwaz û hêviyan de yek mijar derket pêş, ew jî çareseriya pirsa kurd bû.

 

K24

Top