• Monday, 09 February 2026
logo

Xwepêşandanek li Siwêdayê li dijî ragihandina hikûmeta nû derket

Gulan Media March 31, 2025 Nûçe
Xwepêşandanek li Siwêdayê li dijî ragihandina hikûmeta nû derket

Li Siwêydayê çalakvanan nerazîbûna xwe li hember ragihandina hikûmeta nû ya Sûriyeyê nîşan dan.

Çalakvanên bajarê Siwêydayê îro 30î Adarê li qada Kerama xwe pêşan dan û siyaseta desthilatdariya nû ya Sûriyeyê red kirin.

Xwepêşanderan siloganên ku daxwaza mafên siyasî û bicikirina dadmendiya civakî bilind kirin.

Xwepêşanderan tekezî li ser beşdariya hemû pêkhateyên sûrî di nexşandina pêşeroja Sûriyeyê de kirin.

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê duh 29ê Adara 2025an li Koşka Gel li Şama paytexta Sûriyê hat ragihandin.

Kabîneya Hikûmeta Veguhêz a Sûrî bi serokatiya Ehmed Şera ye û ji 22 wezîran pêk tê û Kurdek jî di nav de heye.

 

K24

Top