• Monday, 09 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî ji bo cejna Remezanê peyamek belav kir

Gulan Media March 30, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî ji bo cejna Remezanê peyamek belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Cejna Remezanê peyamek belav kir û got, "Hêvîdar im ku bingehên lihevhatinê û pêkvejiyana aştiyane û biratiyê di navbera pêkhateyên gelê me û gelên cîhanê de xurttir bibin."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta Cejna Remezanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got:

Bi minasebeta hatina cejna pîroz a Remezanê, pîrozbahiyên herî ger, pêşkêşî tevahiya misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim bi taybetî pîrozbayî li pêşmergeyên qehreman, hêzên asayîşa navxwe û kesûkarên serfiraz ên şehîd û enfalkiriyan dikim.

Hêvî dikim hûn bêhinvedana cejnê di xweşî, şadî û aramî de derbas bikin.

Ji Xwedayê mezin dixwazin ku rojî û îbadetên hemûyan qebûl bike û hêvîdar in ku bingehên lihevhatinê û pêkvejiyana aştiyane û biratiyê di navbera pêkhateyên gelê me û gelên cîhanê de xurttir bibin û zêdetir geş bibin.

Cejna we pîroz be û her tim bi aştî, tenahî û tenduristî bijîn."

 

Rudaw

Top