Bavê wê keça ku çekdarên PKKê revandine: Ger keça min ya daqane azad nekin, ezê xwe bişewitînim
Bavê wê keça ku çekdarên binavê Ciwanên Şoreşger li Rojavayê Kurdistanê revandine, bangevaziyekî li Fermandarê Hêzên Sûriya Demokrat dike ku ger heta roja yekem a cejna remezanê keça wî ku takaneya wane, azad nekin, dê xwe bişewitîne.
Mihemed Qewas Ebdî yê temen 57 sal û bavê wê keçê dibêje: “Wê Hizbê keça me ya takane ya binavê Rusêl a 16 salî li roja pêncşema borî ve revandine, ji bilî wê zarokê, min ti zarokeke din nîne û ez bi xwe jî nexwaşim û ew di karûbarên malê de ji me re alîkare.”
Herwaha dibêje: “Keça min nameya dengê xwe şandiye û tê de dibêje ez dixwazim vegerim malê, lê çekdarên binavê Ciwanên Şoreşger ên ser bi PKKê pêşî lê digrim.”
Bavê wê keça revandî amaje bi wê jî dike, eger keça wî heta roja yekem a cejnê azad nekin, ew dê tam di demjimêr 12ê nîvro a roja yekem a cejnê de, li ber pêykera Arîn Mîrkan li bajarê Kobanê agir berde laşê xwe û herwaha daxwaz ji fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî û PKKê dike ku keça wî ya takane ku xwandekare azad bikin.
Berê jî li sala 2015’an kesekî binavê Feysel Mistefa Hacano ku keçeke wî li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PKKê ve hatibû ravandin û çendîn car daxwaz kiribû ku keça wî bê azad kirin, lê PKKê red kiriye, di encam de wî bavî agir berdaye laşê xwe û piştre ji ber giraniya birînê jiyana xwe ji dest da bû.
Çekdarên binavê Ciwanên Şoreşger ên ser bi PKKê, bi dehan zarok û ciwan li Rojavayê Kurdistanê di destpêka sala îsal de bi armanca çekdar kirina wan, ew revandine.
Basnews
