Mesrûr Barzanî peyameke hevxemiyê ji bo kesûkarên qurbaniyên erdheja Miyanmar û Taylendê belav kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo erdheja li Miyanmar û Taylendê, peyameke hevxemiyê pêşkêşî kesûkarên qurbaniyan kir û ragehand, “Serxwaşiya xwe arasteyî malbatên qurbaniyan dikim û hêviya zû başbûnê jî, ji bo birîndaran dixwazim.”
Di pareke din a wê peyamê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza rizgarbûnê ji bo wan kesan dike yên ku heta niha di bin bermayîkên avahiyan de mane.
Îro înê 28.03.2025, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di hejmara xwe ya tora civakî Xê de di derbarê erdheja Miyanmar û Taylendê, peyameke hevxemiyê belav kiriye û nivisiye: “Gelek dil teng û nîgeranim bi bûyera wê erdheja ku li Miyanmar û Taylendê qewimî û hejmarek qurbanî lê ketin.”
Mesrûr Barzanî herwaha nivisiye: “Ez sersaxiya xwe pêşkêşî malbata qurbaniyan dikim û hêviya zû başbûnê ji wan re dixwazim.”
Serokê Hikûmetê di peyama xwe de, hêviya rizgar bûnê ji wan kesên ku hîn jî di bin xirbeyên avahiyan de mane.
Basnews
