Çalakvanê torên civakî ecêbmana xwe ji bo serkeftina pîrozbahiya Newrozê ya Kolnê ya bê pirsgirêk nîşan didin
Yek ji wan kesên li tora civakî ya Tik Tokê de çalak û bi erebiyekî Sûrî diaxive, ecêbman û şaşbaziya xwe ya derbarê pîrozbahiyên Newroza Kolnê ku bi dehan hezar kes li hemû welatên Ewrupayê beşdarbûn nîşan dide, ku bê pirsgirêk derbas bûye û wê yekê di çapemeniya Almanyayê de jî deng veda.
Berî wê saziya çapemeniya WDR ku çavkaniyekî serekî ya nûçeyên navçeyî û netewî ya Almanyayê ye amaje bi wê yekê kir ku rêjeya beşdarbûnê gelek zêde bû, ku dihate pêşbînî kirin 10 hezar kesan zêdetir beşdarî wê çalakiyê nebe. Lê ew girseya zêde bû sedem polîs piştî nîvro beşek ji navçeya çalakiyê dabixin, lê pîrozbahî her bi aramî birêve çû û ti binpêkirinek çênebû. Amadebûyên çalakiyê ala Kurdistanê bilind kirin û pîrozbahî pêkanîn û dîlan û govend gerandin.
Vê derbarê de çalakvanekî tora civakî yê bi navê Mehmûd ecêbmana xwe ya ji ber pîrozbahiyên Newroza Kolnê ku zêdetirî 70 hezar kesan beşdar bûne nîşan dide û dibêje: Pîrozbahî li ser çem hate kirin, rojnameyekî Almanya belav kir ku 70 hezar kes beşdar bûne û bê ku ti binpêkirinek û destdirêjiyek li ser jinan pêkbê, yan jî dizî çênebûn û qerebalixî tine bû.’’
Mehmûd ku erebe û erebiya Sûrî diaxive û li tora civakî ya Tîk Tokê de çalake û xwedî şopdar û bînerên zêdeye dibêje: ‘’Mixabin, li gel ez rêzdigrim, dema em pîrozbahiyan dikin, çar pênc kes ji bo me kom dibin bo aheng û pîrozbahiyê dibe şerê kêran. Lê kurd bi vê hejmara zêde jî pîrozbahiyê dikin û ti pirsgirêkek çênabe. Almanya bixwe jî ecêb ma.’’
Bzasnews
